Oskar nexweşiya civakê hêma dikir

Li ser Gunter Grass me du nivîs parvekir[1]. Ev nivîs jî ê dawiyê ye û dixwazim li ser malbata Oskar biseknim, heta wext têr kir ezê bi berfirehî dawî bikim. Oskar nexweş bû, bêhêvî û bêarmanc dijiya. Di nav civakek belav bûyî û belengaz de ne rêyek xêz kiribû ne jî armancek dabû pêşiya xwe. Di malbatek jixweva çûyî de roj li xwe dawî dikir, bêdeng û dizikava diaxivî. Lê Oskar temaşevanek xurt bû. Oskar li nexweşxaneyek hişî û derûnî jiyan lê dawî dibe. Hinek têkçûna Hîtlerê û tevgirtina wî jî bibîrdixe. Çiqas li hemberî me malbatek hebe jî bi kodên veşartî serdema Naziyan li ser malbatek çawa bandor hiştiye û encamên wê çiye dide pêşiya me.

Bapîrê Oskar li gor sîstemê sabiqaliye. Hêzên devletê bênavber lê digerin û rojek ewê tam wî bi dest bixin dîsa ji destên hêzên devletê xelas dibe û lê dixe diçe keleha kapîtalîzmê, Amerîkayê. Bapîr li wir gelek dewlemend dibe li gor hin agahiyan. Bapîr ji dapîra Oskar re diya wî dihêle. Nivîskar karektera dapîrê gelek xurt neqişkiriye. Fedakar, xebatkar, bi sebir û bi tercube û bi zanabûna jiyanê xwe parastiye. Bi serê xwe li hemberî jiyanê liberxwe daye û jiyaye. Hê Hîtler li meydanê tineye lê bo hatina wî rewşa welat jê re hêlînek hêdî hêdî dide çêkirine. Dapîr di nav feqîrî û belengaziyê de dijî, ne tenê dapîr ji sedî nod gelê Alman di rewşek dijwar de bêkinc, bêsol û zîkpirçî dijîn. Diya Oskar ji dapîra wî zeyiftir e, çimkî Hîtler tê û dayika Oskar bi SSyê re nexweşiyên derûnî lê peyda dibe. Hatina Naziyan û dayika gernasê me parelel dimeşin. Nivîskar vê nexweşiyê wek metaforek daye pêşiya me. Têkîliya di navbera ferdên malbatî û nêzikbûnên wan li gor nivîskar di wê serdemê da normal tê dîtin. Hem malbatek bi hevûdin re girêdayî hem jî bi têkîliyên ku hatine dayîn bi veşartî dimeşe. Dibe ku em li ser zimanê nivîskar û vegotina wî di romana wiya ewil de çawa bikaraniye biseknin û bi mînakên kin va em bidin destnîşankirine.

Bêguman usluba romanek bo xwendina wê gelek girînge lê bi tena serê xwe herikbarî têr nake û bingeha romanê pûç dihêle. Gelek hosteyên şîvê henin; her hoste tehma destê wî ji yên din cudaye. Malzeme/kelûmel ên şîvê wek hev bin jî tehma ku di devda belav dibe bêguman ji hev cuda ne. Ji romana Cervantesê “Don Kişot” û vê da mijarên ku hatine honandin kêm-zêde dişîbin hevûdin. Naverok û navendên wan însane û li ser serpêhatinên wan meşiyaye. Her nivîskar bi teknîka û vegotina xwe ji hev diqetin. Grass, mijara ku honandiye pişta xwe daye rastiyê/realîstê û rastiya civakê. Goh û hişê xwe daye ser civakê, bi dilê xwe yê şewat jî êşên xwe bi romatîzmê va daye derman kirin. Bi sê curî bingeha romanê heye: Realîstbûn, civakperst yên din jî romatîkbûn e. Mijar ji rastiyê wergirtiye bi karekterên civakê re hatiye neqiş kirin û bi xiyalên xwe jî reng û deng daye. Gunter rastiya dîrokê jî di romanê de bi hostetî bikaraniye û bal kişandiye serê, pênase kiriye. Problemên serdemê û bûyerên ku encaman daye dest, bi çavek dîrokî helohûr kiriye û bi vegotina bihev re girêdayî pêşkêşî xwîneran kiriye. Nivîskar bo bala xwîneran bikşîne sîstemek li gor rihê romanê avakiriye; li ser xetek kronojî hatiye rêz kirin. Nêrînên ji dîrokê wergirtiye di navbera beşan de car carnan bo hişyar kirinê dide pêş û lingek li ser vê hatiye domandin. Bûyer û diyarok di destê nivîskar de cur bi cur derdikevin pêşiya me. Beşên ku em bi hareketî pênase dikin wek lokomotîf di ritmek de diçe û bi pê re jî teswir kirinên direj tên. Hin caran di navbera wextan de agahiyan jî dide xwîner û bi vê rêye xwenda ji romanê venaqete. Teswirên mekanan û jiyana derva teswirên şexsan rastiya romane dide me. Lê teswirên dervayî kite bi kite hatiye kirin, li serê gelek hûrbûye. Çimkî nivîskar ne li mal rûniştiye û nivîsiye, jiyaye û şopên çavderiyên wî jî gelek in. Ger em rasteqîna romanê bidin zanîn bêguman teswirên wî ya li ser mekan û dervayî mekanan çavkaniya esil/yekem ev e.

Vegotina teknîka berhemê dewlemend û cudaye. Di berhemê da teknîka “vebêj/anlatıcı” û “nîgar/fîgûra şewqvedêr/reflektorê” vegotina romanê dewlemend kiriye. Vêga em bo xwe piştrast bikin dibe ku “vebêj” û “fîgûra şewqvedêre” bê/were vekirin. Fîgûra şewqvedêr; “karekterên romanê û ji bûyerên naverokê re nêrîna objektîf dide pêş. Di vegotina romanê da wezîfeya ku li ser xwe bar kirine cur bi cur in û di nav potayek de tînin ser zimên”. Fîgûra vebêj jî; “nivîskar her tiştî zane, her tiştî dibîne û cîhe ku li ser rûniştiye ê herî jor e”. Gunter Grass herdu cureyan jî bikaraniye. Nivîskar bo Oskar çalakiya fîgûra şewqvedêriyê bikaraniye, carcarna nivîskar alîgire Oskar Bruno jî dixe dewreyê. “Ez, bajarê Saverlandê ji Altenayê ji dayik bûye û mezin bû me, ezeb û bêzarok Bruno Munsterberg li vir qlînîqa nexweşiyên hiş û derûniyê de wek lênêr/bakıcı dixebitim”[T.T.s. 537].

Oskar çaxê ji nivîsandinê dibetile ji Brunoyê alîkariyê daxwaz dike bo nivîsandinê. Roman, bi hêman devê Oskar tê vegotin. Oskar karekterên ku di romanê de bibîr dixe, dide ser şopa wan, diçe ba wan û tê, bi wan re diaxive, li ser wan agahiyan hîn dibe û dîsa vedigere ser doşeka xwe. Destpêka romanê de “vebêja ez”ê dide domandin. Paşê “vebêja ew” jî dikeve nav hevokan û beşan. Ka em pişta xwe bi hevokên nivîskar rast bikin; “Îcap nake ez derewan bikim, rûniştkerê qîlîniqa hiş û derûniyê me. Lênêre min her tim çavên wî li ser min e” ev hevok “vebêja ez”ê ye û nivîskar li ser zêde dike bi ”vebêja ew’’ê; “Di wê heynê da biserketina rêya çal xistinê; kin û qelew hê nû li ber çav hinda bibû, divê navberê da li kiremîtxaneyê hema wisa li derdora xwe nêhirtin û yên din jî bi ber asoyê zirav û dirêj hilkişiyan”[T.T.s. 14]. Ev herdu hevok bo vegotina nivîskar û di navbera wextan de çûna wî jî dide destê me. Kin û kurtasî Gunter Grass hunera xwe zelal û ji rojaneye wergirtiye. Nêzikbûna wiya li ser bûyeran em dibînin ku xwe jê dûr daye. Somut/berceste, rojane û mijarên ku hatine bikaranîn bi uslubek xweser xwe ji romanên din cihê kiriye.

Vêga em werin ser karekteran û malbatê. Di berhemê da portreyên ku hatine xêz kirin rengo rengo ne, kesayetên ji hev cuda û bi nêrîna keziyên bûyerî jî em dibînin ku kadroyek dewlemend heye. Navenda van karekteran de Oskar Matzerath heye. Emê Oskar bikin nîskoka/odak xwe, yên din jî bi sê beşan veqetînin. “Merivên” wî, “cîranên” wî û “hevalên” wî. Merivên Oskar: bavê wî Alfred Matzerath, muhtemele bavê wî biyolojîk jî Jan Bronskî ye, diya wî; Agnes, Bapîr; Joseph Koljaîzcek, dapîra wî; Anna Bronskî. Cîranên Oskar: Albercht Greff, Lîna Greff, Xanim Gretchen Scheffler, Alexander Scheffler, Meyn, Trunczinskî Nîne.

Beşa hevalên wî de seydayê wî Bebra, xwestiye Oskar Roswîtha Raguna, Klepp, Vîttlar û lênêre wî Bruno Munsterberg, hosteyî wî Korneff, ressam Lankes û Zeîdler e. Gernasên di romanê dane her tim bi hest û hîs ên xwe rewşa ku tê da di ber çav de derbas dikin û gelek caran jî bi rastiya rojaneyê şaş dimînin. Çimkî jiyana rojane her tim bi surprîz e û di serdema ku tê da dijîn bêguman her wext û xulek avîsê bo tiştên nû. Yanî rastiya jiyanê û hîs ên gernasên me tevlîhev dibin pirî caran. Bi taybetî û bêhtir ev hestşikestî bi Oskar re peyda dibe. Fikrên Oskar bi malbatî re, bi civakê re û bi otorîteyê re her tim di nav şer da ye. Sîstema malbatbûnê, sazî û tezgehên perwerdeyê, di navbera dêr û ehlaqê de nerazîbûna xwe eşkere dike. Karekterên romanê ne bi milên tundwar dane. Karekterên me jirêzê ne. Ne weka karekterên Yeşilçamê ne, baş ne pir baş in û xerab ne pir xerabin. Ji xeynî karekterên jirêzê şexsên rast û kesayetên mîtolojîk jî henin. Lê karekterên rast/realîst di keziya bûyeran de cihek fireh nagrin serê xwe derdixin û diçin. Gunter civaka wê serdemê wek qot/topal dibîne û bi devê karekterên rasteqîn dide destnîşankirin. Bo mînake; “Ji ciwanên Hîtleran belengazê Quex, hûn bi beredayî mirin”[T.T.s.147].

Me li jor gotibû bi hatina Hîtlerê dayika Oskar Agnes Matzerath jî digîhije û nivîskar wî bi xweşiyek dide pêş. Nexweşiyek psîkolojîk bi Agnes dest xistiye. Emê li jêr bêhtir behs bikin. Lê bedena Agnes li ser xwe ye bi alî derûniyê va têkçûye. Ger em dapîra Oskar bi împaratoriya alman va hêma bikin diya wî Agnes jî bi serdema Hîtlerê meriv dikare hêma bike. Agnes Matzerath bi Alferd re zewîciye lê bi Jan Bronskî re radize û şa dibe. Anges bo gunehên xwe biweşîne roja sêşeme diçe Dêr e, roja pençşemê jî bi Jan re seksê dikin û têkîliya vana veşartî didome. Ev rewşa dayika Oskar tê da ye bo Oskar tezat/nakokiyek e. Çimkî têkîliyek wisa hem bi hêla olî va hem jî di civakê de hatiye şermezarkirin û li gor dêrê jî heram û guneh e. Oskar gelek caran şahîdiya vê jî dike û diya xwe wisa tîne ser ziman; “Diya min gelek dilşa, bi aliyek xwe va jî jinek gelek şermok û newêrek bû. Di heman demê de jinek zûzûka jibîr dikir. Lê dîsa jî hafizayek wê ya xurt hebû.”[T.T.s. 203]. Oskar bi vê paragrafe hinartina roja sêşeme û pençşeme dide ber hev. Li aliyek gunehkarî li aliyên din zewq û arzûyên laşî.

Potreya ku nivîskar li ser malbatê honandiye dibe ku em hinek xwe nêz va bivin û xwendinek bikin. Di navbera nifşên kevn û nifşên nû da li hemberî hevûdin rabûn çiqas romana Îvan Turgenyevê “Bav û Kur/ Babalar ve Oğullar” bi bîr bixe jî di esasê xwe de xweser e û bi serdema xwe va jî bidirustî girêdaye. Dê û bav çaxê biryarek li ser gernasê romanê didin, Oskar acîziya xwe wisa tîne ser ziman; “Der heqe pêşaroja min de ewqas didin ber hev û li ser hev dikin; ji min re dide destnîşankirin ku dê û bavê min Matzerath, li hemberî nerazîbûna min bifereset rêz girtin ji wan kêm bû”[T.T.s. 52]. Oskar bo pêşaroja xwe û li ber behredariya/qabiliyeta xwe malbate wek astengiyek dijwar qebûl dike. Bi vê rêye di nav nifşan de şerek hêma-xuya dike.

Oskar ne dixwaze bibe siyasetmedar ne jî dixwaze bibe bakkal/dikandar, lê dê û bav Matzerath dixwazin Oskar bibe dikandar. Xeyala dê û bav di dawiyê de Oskar bi kar û berên dikandariyê re mijûl bibe. Lê Oskar wisa difikire; “Ew wext min biryara xwe da çi dibe bila bibe minê siyasetmedariyê nekirina û dikandariyê hîç nekirina…”[T.T.s.67]. Bavê min jî çaxê aciz dibû hema bi yekserî digot; “Kurê xelqê li ber halê heta êvarê hêka difiroşin.” Bavê min çima wisa digot û çima bi karek wisa re me rexne dikir. Bi min di bingeha vê meselê da aboriya gelê bindest û bindestiya ku sed sale didome, encama wî bû. Çimkî ti car ne bavê min ne jî malbata me ya mezin baweriya xwe bi serdestan re neanîn. Baş zanibûn dijminê bav û kalan ti car rihetî û dewlemendbûnê layiq nedîtin. Bo vî jî li gor nêrîna bavê min destpêka jiyanê “Hala kevn heq fîrotin bû”. Dê û bavê Oskar jî heta cihek bindestbûn û bindestiya wan jî ji aboriyê dihat. Sedema krîza aboriyê dê û bav dikandariyê wek xelasiyek didîtin û daxwazên wan ji Oskar bibe dikandarek. Oskar jî bo her du daxwazan neyne cîh mezinbûna xwe dirawestine, yanî bi vê şiklî serî radike li ber dê û bavê xwe. Dê û bav jî wek sîstemê tevdigerin. Oskar serîrakirina xwe wisa eşkere dike; “Bo Oskar dinyaya mezinan ku zindî bimîne û li hemberî dikandariyê liberxwe bidim her tim wek zarokek sê salî mam; bejnbihostek/cûceyek, zarokek qasî tîliyek, ti car tel/bejn navêje, wek çûçaniyek mam”[T.T.s. 67].

Oskar, şer û encamên şerê kirêt bi usluba îronîk rexne dike. Çimkî li gor Oskar tiştên ku qewimiye tiştên ku hilweşiyane ti bersiva wî ya mantiqî tineye. Her welat û serokên wan bo çalakiyên xerakirinê, hilweşandinê pêşbaziya hevûdin dikin. Oskar li ser xerakirinê; “Weka ku em zanin, Rokossowskî hat; li bajar nêhirt dît ku li ser linga ye, beriya wî navdarên ku hatine vir ew netew ên mezin û navdar hat bîra wî, ewên ku piştî wî ewê werin ji wan re firsadek çêkirine bide, bajarê da ber topan û kevir li ser kevir nehişt”[ T.T. s. 509].

Oskar piştî bavbûnê dikeve nav dubendiyê. Li ser sebiyê xwe heqek nikare îdîa bike. Çimkî kurê wî Kurt wek kurê Alfred Matzerathê tê dîtin. Do, Oskar bo biryarên dê û bavê xwe serî radikir, îro bo kurê xwe Kurt dixwaze biryaran bide. Ev mesele “êşa gerdûniya” Arthur Schopenhauer bibîr dixe. Di nav çemberek de li derdora xwe zivirandine hêma dike. Do bav û dê Matzerath îro Oskar… Gunter Grass bi taybetî piştî Şerê Cîhana Duyemîn bi pêşveçûna civakê û problemên wî hem eşkere kiriye hem jî rexne kiriye. Destpêkirina hareketa berhemê bi şer dide destpêkirin û di bingeha van pirsgirêkan da jî malbatbûn heye. Çimkî malbat çaxê têkbiçe sîreyetê dezgeh û saziyên civakê jî dike. Dîsa saziyên welat çaxê diguhere bi civakê re jî bivênevê li ser malbatan jî bandorên xurt dike. Her tişt di romanê de wek rojenaya jiyanê yê bihev ra girêdaye û wek helqeyên zincire hetahetayî diçe. Gunter Grass wêneya şer û piştî şer honandiye. Êş, elem, xweşî, hindakirin, şer, aborî, sewda, malbat, dikandarî, siyasetmedarî û hwd. Wek Schopenhauer destnîşan kiriye di nav gerdûnek de diçe û tê Oskar û mexdûrên din…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort
Kadikoy Escort
pendik escort
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
Kadikoy Escort
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
jojobet